Yilmaz li Êlihê bi girseyî hate oxirkirin 2024-04-04 08:39:11   ÊLIH - Ece Yilmaz (Eddesa Cejna) ku di pevçûneke li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, li Êlihê bi girseyî hate definkirin.    Ji fermandarên YJA Starê Ece Yilmaz (Eddesa Cejna) di 14’ê cotmeha sala 2023’yan de li Dêrsimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê li Êlihê bi girseyî hate definkirin. Malbata Yilmaz di 20’ê kanûnê de ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê da Saziya Tipa Edlî (ATK) a Meletiyê. Duh jî peywirdar li malbatê geriyan û xwestin bên cenazeyê xwe bibin. Li ser vê yekê malbat hate Meletiyê û cenaze bir Êlihê.    Cenaze di saetên derengiya şevê de anîn goristana gundê Girbereşkê û bi girseyî, bi dirûşmên “Şehîd namirin” û tililiyan hate pêşwazîkirin. Polîsan gotin ku ji bilî malbatê dê tu kesî negirin goristanê. Lê li ser bertekan, neçar man ku beşekê welatiyan bigirin goristanê. Yilmaz, bi dirûşman hate definkirin.