Kışanakê gelê Wanê pîroz kir: We dîrok nivîsand 2024-04-04 10:46:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak, bi gotinên “Têkoşîna we bû dîrokî. We dîrok nivîsand” gelê Wanê yê xwedî li vîna xwe ya hate xwestin bê xespkirin derket pîroz kir.    Li ber Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan “Kêmîna siyasî” hate danîn û mazbataya wî nehate dayîn. Li ser vê yekê xelkê Wanê rabû ser piya û li kolanan çalakiyên protestoyî li dar xist. Piştî berxwedana gel Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) mazbata Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan îade kir. Siyasetmedara kurd a Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Berê û namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanak ji ber berxwedana gelê Wanê, ew pîroz kirin.    Kişanakê, di peyama ku li ser hesaba DEM Partiyê ya medyaya dîjîtal a X’yê hate parvekirin de ev tişt gotin:    “Gelê Wanê yê hêja;   Têkoşîna we bû dîrokî. We dîrok nivîsand. We hêviya gelê me ya têkildarî demokrasî, aştî û azadiyê mezin kir. We nîşan da ku li dijî vîna gel tu komplo nikarin werin bicihanîn. Ji bo ku we ev hestên xweş bi me dan jiyîn we ji dil û can pîroz dikim. Li dijî berxwedana gelê Wanê ya birûmet a gelê Wanê me careke din girîngiya parastina demokrasî, hiqûq, edalet û vîna gel dît. Piştevaniya aligirên demokrasiyê ya bi gelê Wanê re bû wesîle ku em têkildarî pêşerojê xeyalên xweştir bikin.   Ez ji 7 salî heta 70 salî kesên di vê berxwedana birûmet de cih girtin silav dikim û ji bo ku we siyaseta qeyûm bi dawî kir we careke din pîroz dikim.”