‘Li Wanê piştevanî û têkoşîn bi ser ket’ 2024-04-04 11:49:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi îmzeyên 203 avabûn-platforman û hezar 300 welatiyan, têkildarî hewldana xespkirina îradeya gelê Wanê, danezanek hate parvekirin û wiha hat gotin: “Piştevanî û têkoşîn bi ser ket.”    Gelê Wanê di hilbijartinên herêmî de Abdullah Zeydan wek hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hilbijart. Bi biryara dadgehê mafên Zeydan ên hatibûn teslîmkirin, jê hatin stendin û bi vî awayî hewl dan ku îradeya gel xesp bikin û li şûna Zeydan mazbatayê dan namzetê duyemîn ê AKP’î. Piştî têkoşîna li dijî vê biryarê hatiye nîşandan YSK neçar ma û mazbatayê teslîmî Zeydan kir.    Di nav de partiyên siyasî, rêxistinên pîşeyî, sendîka û avabûn bi giştî 203 avabûn û platform û hezar 300 welatî li dijî xespkirina îradeya gelê Wanê danezanek imze kirin.   Di danezanê de wiha hat gotin:    “Piştevanî û Têkoşîn bi Ser Ket   Em îmzeyên ewil ên kesên ku ne tenê li Wanê, hewl dane ku li her derekî welat xesp bikin hişyar dike, parve dikin. Têkoşîna demokrasiyê bi dawî nebû, em rêwîtiya xwe didomînin.   Ya ku hatiye binpêkirin ne tenê ya Wanê îradeya 85 milyonan e.    Piraniya welatiyan di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de biryarbûna danîn holê û ev ek ji bo welatê me şert û mercên hêviyê ava kirin.    Di van şert û mercan de tevî ku YSK endamtiyê erê kiriye û biryarekî dadgehê yê teqezbûyîn nîn e, mazbatayê li şûna Abdullah Zeydan a gelê Wanê bi ferqekî mezin wek hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hilbijartiyê, dayîna namzetê AKP’î yê ji sê paran yek deng girtiye, xespkirina îradeya gelê Wanê ye. Ev hewldana ku dixwaze îradeya gelê Wanê tune bihesibîne derveyî hiqûqê ye.    Ya ku tê binpêkirin ne tenê îradeya gelê Wanê ye, îradeya her welatiyekî ji vî welatî ye, heq û azadiya wan e, aştî, aramî, heviya jiyana di ewlehiyê de ya adîlane û wekhev e.    Peywira şaxên dadgeriyê alavbûna bêhiquqiyan nîn e, maf û azadiya welatiyan a di temînata destûra bingehîn de parastin e.    Abdullah Zeydan Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê ye. Em bang li desthilatê dikin ku li hember îradeyê gelê Wanê ya bi ferqekî mezin daniye holê re rêzdar be û em her kesê aligirê demokrasiyê ye li hember vê bêhiqûqiya eşkere vedixwînin helwest danîna çalak.”