Rojnameger Kaya yê rastî êrişa AKP’iyan hat: Jiyana min di xetereyê de ye 2024-04-04 12:12:26   NAVENDA NÛÇEYAN  - Rojnameger Mîmar Kaya li Colemêrgê rastî êrişa xizmên Serokê AKP’a Bajar Zeydîn Kaya hatibû, got ku ev 2 roj in xwe li malekê veşartiye û xetere li ser jiyana wî heye.    Biryara nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ê DEM Partiyî, di şeva 2’yê nîsanê de li navenda Colemêrgê jî hatibû protestokirin. Di dema protestoyan de komeke ji xizmên Serokê AKP’a Colemêrgê Zeydîn Kaya jî di nav de, bi çekan êrişî ciwanan kirin. Li dijî rojnamegerên dixwestin dîmenên bûyerê bikişînin jî hewldana lînçkirinê çêbûbû û gefa kuştinê li Xwediyê Îmtîyazê yê Colemêrg Haberê Mîmar (Sofî) Kaya hatibû xwarin.    KAYA: JIYANA MIN DI XETEREYÊ DE YE   Rojnameger Kaya têkildarî bûyerê axivî û got ku xizmên Kaya yê AKP’î gefan li wî dixwin. Kaya, da zanîn ku di pêvajoya piştre de gefên li dijî wî dom kirin û di şeva bûyerê de gefa kuştinê lê hatiye xwarin. Kaya, got ku jiyana wî di xetereyê de ye, ji ber gefan nikare biçe nûçeyan bişopîne, ev 2 roj in xwe spartiye malekê û banga piştevaniyê li tevahiya hempîşeyên xwe û rêxistinên civaka sivîl ên bajar kir.    Di heman demê de Kaya wiha got: “Heta ewlehiya canê min tê misogerkirin ez dikevim greva birçîbûnê.”