Ji ber îfadeya ‘Qirkirina Ermenan’ doza 4’emîn li Baroya Amedê hat vekirin 2024-04-04 13:18:42   AMED - Ji ber gotina “Qirkirina Ermenan” li endamên Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê 3 doz bi îdiaya “dewlet û saziyên wê biçûk xistine” hatibûn vekirin û di her sê dozan jî biryara beraetê hatibûn dayîn. Bi heman tawanbariyan li rêveberiya sala 2022’yan jî dozeke nû hate vekirin.    Ji ber daxuyaniya bi boneya 24’ê Nîsanê Roja Bîranîna Qirkirina Ermenan ji ber gotina “Qirkirina Ermenan” bi îdiaya “Dewlet û saziyên wê biçûk xistine” li serokê baroyê û endamên Lijneya Rêveber sê doz hatibûn vekirin û di her sê dozan de jî biryara beraetê hatibû dayîn. Ji ber heman îfadeyan, bi heman îdiayan li Serokê Lijneya Rêveber û endamên wê yên sala 2022’yan dozeke nû hate vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Êlihê bi daxwaza destûrdayîna lêpirsîna derheqê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û endamên Lijneya Rêveber Zuhal Işik, Serdar Ozer, Seyît Riza Karakaş, Mehmet Erdem, Alî Îsmet Gîrgîn, Diyar Rûknedîn Çetedîr, Mehdî Ozdemîr, Oyku Çakmak, Hatîce Demîr û Atîlla Berk de, fezlekeya amade kirî di sala 2022’yan de ji Wezareta Dadê re şand.    WEZARETÊ DESTÛR DA   Wezareta Dadê ji ber heman hincetê û îdiayê destûra lêpirsînê da. Piştî destûra wezaretê, Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo îfadeyê bangî Serokê Baroya Amedê Eren û endamên Lijneya Rêveber kir. Lê Eren û endamên lijneyê bi sedema ku daxuyaniya wan dikeve çarçoveya azadiya xweîfadekirinê, îfadeya li dozgeriyê red kirin.    Qonaxa dawî ya lêpirsînê bi dawî bû. Îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ji hêla 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê ve hate qebûlkirin. Dadgehê ji bo Eren û endamên lijneyê di çarçoveya xala 59/1-4 a Qanûna Hejmar 1136 a Parêzertiyê de bên darizandin, dosya ji Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re şand.    Piştî diyarkirina roja danişînê, Serokê Baroya Amedê Eren û 10 endamên Lijneya Rêveber dê bi daxwaza cezayê hefsê yê di navbera 6 meh heta 2 salan bên darizandin.