Zarokê li Edeneyê hatiye binçavkirin cezayê nederketina ji Şaxê girt 2024-04-04 15:33:31   EDENE - Zarokê li Edeneyê bi lêdanê hatiye binçavkirin, cezayê nederketina ji navçeya xwe ya Şaxê, hefteyê 5 rojan çûna îmzeyê û qedexeya derketina derveyî welat girt. Parêzer Funda Buyruk destnîşan kir ku ew ê polîsan gilî bikin û wiha got: “Li gorî girtînameyên polîsan ên bi awayeke kêyfî amade kirine, zarok hate cezakirin.”   A.T. ê 17 salî ku girêdayî navçeya Şaxa Wanê ye, ji bo karkeriya çandiniya demsalî çûbû Edeneyê û bi îdiaya di 2’yê nîsanê de piştgirî daye çalakiyên Wanê û kevir avêtiye polîsan, hate binçavkirin.  Polîsan A.T. bi lêdanê binçav kirin, derbarê A.T. de bi îdiaya “tevî ku endamê rêxistinê nîn e bi ser navê rêxistinê kirina sûc” kirarî hate kirin. A.T. rojekê binçavkirî ma di 3’yê nîsanê de sewqî Edliyeya Edeneyê hate kirin.    ‘POLÎS LI MIN DAN’   A.T. di îfadeya xwe de anî ziman ku dema ew dîtiye ku polîs ji wesayîta xwe peya bûne û bi ser de hatine, ji wan tirsiyaye û reviyaye derbarê bûyerê de wiha axivî: “Dema ku polîs ji erebeya xwe peya bûn û bi ser min de hatin, ez jî tirsiyam û min dest bezînê kir. Piştre li min dan. Piştî lêdanê ez xistim nezaretxaneyê. Min kevir neavêtin erebeyê.”    CEZAYÊ NEDERKETINA JI NAVÇEYÊ   Dozgerî bi îdiaya “tevî ku ne endamê rêxistinê ye lê bi ser navê rêxistinê kirina sûc” A.T. bi daxwaza girtinê sewqî 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Edeneyê. Dadgerî bi cezayên kontrola edlî yên “neterikandina ji navçeyê, hefteyê 5 rojan dayîna îmzeyê û qedexeya derketina derve” A.T. berda.     PARÊZER BUYRUK: BÊYÎ DELÎL CEZA DANE   Bi ser laşê A.T. ê hatiye berdan hêj jî şopên lêdanê hene û ji ber vê yekê jî A.T. rapora derbkirinê stend. Parêzerê A.T. Funda Buyruk derbarê bûyerê de wiha axivî: “Beyî ku hebûna delîlekî şênber li gorî girtekên polîsan ceza dan zarokê karker A.T. Zarok ji Edeneyê hate qewirandin û bi cezayê nederketina ji navçeya Şaxê û çûna îmzeyê ya her roj hate berdan. Tevbîrên ku li ser tên sepandin ji sînorên kontrola edlî pir zêdetir in.” Buyruk anî ziman ku ew ê polîsan gilî bikin.”