Namzetê AKP'ê yê Wanê ji dêvla ku lêborînê bixwaze gel bi 'vandaltiyê' tawanbar kir 2024-04-04 18:21:52   WAN - Namzetê AKP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûlahat Arvas, piştî çend rojan daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Arvas ji dêvla ku lêborînê bixwaze, berxwedana gel bi "vandaltiyê" wesifand.    Namzetê AKP'ê Abdûlahat Arvas ji bo Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) mazbatayê nede namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Abdûllah Zeydan, serî li YSK'ê dabû û li bajêr bûbû sedema çalakiyan. Arvas, piştî çend rojan daxuyaniyeke bi nivîskî belav kir. Arvas ku berxwedana gel wekî "vandaltiyê" wesifand, îdia kir ku bi tu awayî mazbata wernegirtiye.    Arvas îdia kir ku agahiyên wekî mazbata wergirtiye ne rast in û parast ku DEM Partî jib o mirovan daxîne kuçeyan rêbazeke wiha sêwirandiye. Arvasê ku xwe parast, wiha got: "Wekî her partiyên siyasî ku beriya hilbijartinan û piştî wan dikin, em AKP jî me di çarçoveya mafên xwe yên qanûnî de ji bo rastkirina bêusûliya hat tespîtkirin serlêdan kir. Wekî min di dema xebatên hilbijartinê de jî gotibû, yekane armanca min serketin bû û min gotibû tu fikreke min a ku bibim qeyûm tune ye. Helwesta me û xeta me ya wê rojê çi be, îro jî ew e."    Arvas ku di daxuyaniya xwe de berxwedana gel "terorîze" kir, ji bo berxwedan gel got: "Ev vandaltî di serî de dikandar, karmend, xebatkar û xwendekaran û bi giştî Wan a me mexdûr kiriye."