Cenazeyê zarokê winda hate dîtin 2024-04-05 10:42:03   ŞIRNEX - Cenazeyê zarokê bi navê Mûhammed Bavlî ku li navçeya Cizîrê 15 roj in winda bû, li dora Qereqola Sînor a Rûbaiyê hate dîtin.    Cenazeyê zarokê bi navê Mûhammed Bavlî yê 16 salî ku di 22’yê adarê de li navçeya Cizîr a Şirnexê ji bo wî îxbara windabûnê hatibû kirin, hate dîtin.    Piştî ku di 1’ê nîsanê de tîmên Şaredariya Cizîrê, AFAD û Midûriyeta Polîsan hatin agahdarkirin ku Bavlî li kêleka Çemê Dîcleyê hatiye dîtin, tîman beriya 5 rojan dest bi lêgerîna zarokê winda kirin. Tîma AFAD’ê ya Şirnexê ku ji 6 kesan pêk tê, bi tîmên seravê yên Agirkujiya Şaredariya Cizîrê, tîmên dronê yên ÎHA yên miduriyeta polîsan û tîmên bot ên seravê yên Amedê li Çemê Dîcleyê xebatên lêgerînê dane destpêkirin. Di encama van xebatan de îro serê sibê cenazeyê zarokê winda li dora Qereqola Sînor a Rûbaiyê ya navçeya Silopiyayê hate dîtin.