Dayikên di Nobeta Edaletê de: Em bibin dengê girtiyan 2024-04-05 11:11:54 AMED - Xizmên girtiyan ên di çalakiya Nobeta Edaletê de têkildarî qonaxa nû ya çalakiya li girtîgehan axivîn û banga xwedîderketinê li her kesî kirin.    Girtiyên siyasî yên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û dorveger dabûn destpêkirin. Di roja 130’emîn a çalakiyê de girtiyan çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin. Girtiyan, ragihandin ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ew jî dernakevin hevdîtinên ser telefonê û yên bi malbatan û dadgehan.    Xizmên girtiyan ên bi heman daxwazan Nobeta Edaletê digirin, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin qonaxa nû ya girtiyan û banga xwedîderketinê li her kesî kirin.    ‘BILA HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE’   Ji xizmên girtiyan Halîme Topuz anî ziman ku ew piştgiriyê didin têkoşîna mafdar a zarokên xwe û wiha domand: “Di serî de ez Rêber Apo û girtiyan silav dikim. Nahêlin Rêbertî bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Li zindanan bi hezaran girtî hene. Dewleta tirk ji bo girtiyan û serokê 40 milyon kurdan Abdullah Ocalan çavên xwe girtiye. Ev 37 meh in tecrîdeke giran li ser Rêbertiyê heye. Em jî 123 roj in li dijî vê rewşê di têkoşîna Nobeta Edaletê de ne. Ji 7 salî heta 70’ê salî divê her kes ne bi şer, li gorî qanûnan serî hil de. Divê her kes piştgiriyê bide vê têkoşîne.”    ‘DIVÊ HER KES RABE SER PÊYAN’   Ji xizmên girtiyan Afîfe Kartal jî got ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk tê dê têkoşîna xwe bidomînin. Kartal, daxuyand ku zarokên wan ji wan re gotine; “Heta Abdullah Ocalan bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê dike ew jî dê bi me re hevdîtinan nekin.” Kartal, wiha domand: “Banga me ji bo hemû cîhanê ye; bila her kes rabe ser pêyan û tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin. Heta ku ev tecrîd ranebe dê zextên li ser girtiyan jî bidomin.”    ‘DIVÊ EM TECRÎDÊ RAKIN’    Rabîa Ataş jî diyar kir ku ev 37 meh in ji Abdullah Ocalan agahiyan nagirin û êdî dê ji zarokên xwe jî agahiyan negirin. Ataş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî tu kes dê nekare agahiyan ji zarokên xwe bigire. Nexweş jî bibin, tiştekî nebaş jî bibe em ê jê agahdar nebin. Weke mînak; keça min yek ji girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e. Lê ez ê ji rewşa wê agahdar nebim. Lewma divê em tecrîdê rakin, serî hil bidin û li kolanan li ber xwe bidin.”    BANG LI GELÊ KURD KIR   Ataş, anî ziman ku heke tiştek bi serê girtiyan were berpirsyarê vê dewlet e û axaftina xwe wiha qedand: “Divê Wezareta Dadê demildest gavan biavêje. Em naxwazin tenê rojekê bi Rêbertiya xwe re hevdîtinê bikin. Em dixwazin bikare mafên xwe yên hiqûqî bênavber bi kar bîne. Banga min li gelê kurd ew e ku rabin ser pêyan. Em xwedî li zarokên xwe derkevin.”