DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serlêdan kir 2024-04-05 11:13:04 QERS - Rêxistina DEM Partiyê ya Qersê ji ber hîle û bêusûliyên di hilbijartinê de hatine kirin, ji bo hilbijartin jinûve were lidarxistin serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da.    Rêxêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Qersê ji ber veguhestina leşker û polîsên weke “hilbijêr” li bajar hatin veguhestin û bandor li encamên hilbijartinê kirî, hîle û bêusûliyên di hilbijartinê de hatine kirin, bi daxwaza jinûvelidarxistina hilbijartinan di 2’yê nîsanê de li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz kir. Piştî redkirina îtîrazê, DEM Partiyê bi heman daxwazê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da. Di daxwaznameya serlêdanê de DEM Partiyê da zanîn ku li 18 sindoqên Dibistana Navîn a Ataturkê ya li Taxa Cumhuriyetê û li 5 sindoqên li Taxa Fevzî Çakmak dengên veguhestî hatine bikaranîn û van “hilbijêran” jî bandor li encamên hilbijartinê kiriye. DEM Partiyê xwest hilbijartin were betalkirin û jinûve bê lidarxistin.    3 HEZAR Û 842 LEŞKER Û POLÎSAN DENG BI KAR ANÎN    Li gorî encamên nefermî yên hilbijartina navenda bajar; MHP’ê 16 hezar û 384 û DEM Partiyê jî 13 hezar û 120 deng stand. Di navbera her du partiyan de 3 hezar û 264 deng ferq heye. DEM Partiyê tespît kir ku 3 hezar û 842 leşker û polîsan li navendê dengê xwe dane.    Leşkerên ji derve li bajar hatine veguhestin, li dibistanên navîn ên Cumhuriyet, Ataturk û Fevzî Çakmakê dengê xwe bi komî dan. Derket holê ku ji 120 hilbijêrên li sindoqa hejmar 1042 a Dibistana Navîn a Ataturkê qeydkirî tenê yek jê li ser nifûsa bajar qeydkirî ye. Derket holê ku ji 120 hilbijêran 119 jê ji bajarên rojaveyê Tirkiyeyê û yek jî li ser nifûqa Qaxizman a Qersê qeydkirî ye.