Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin 2024-04-05 11:58:56   MUGLA - Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Gamze Taşçi piştî erêkirina cezayê hefsê hate girtin.    Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi di sala 2019’an de tev li daxuyaniya li pêşiya Rêxistina CHP’ê ya Şîşlî ya Stenbolê bûbû û CHP a ku ji bo tezkereya anîn Meclisê dengê “erê” dayî protesto kiribû. Ji ber vê çalakiyê bi îdiaya “binpêkirina parêzbendiya cihê kar” hate darizandin.    Dadgeha herêmî bi vê îdiayê 13 meh û 10 roj cezayê hefsê li Taşçi birî û ev ceza ji hêla Dadgeha Îstînafê ve hate erêkirin. Li ser vê yekê Taşçi li navnîşana xwe ya li Marmarîs a Muglayê hate binçavkirin.    Taşçi birin edliyeyê û piştî cezayê wê li rûyê wê hatî xwendin, şandin girtîgehê.