4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin 2024-04-05 14:04:23   STENBOL - 4 rojnamegerên dema li Esenyurtê nûçe dişopandin hatin binçavkirin jî di nav de 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin.    Di dema çalakiya li dijî xespkirina hilbijartina Wanê ya li Esenyurt a Stenbolê de 86 kes hatibûn binçavkirin. Binçavkirî sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin. Nûçegihanê ajansa me Ferhat Sezgîn, xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Sema Korkmaz, nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Pîrê (PÎRHA) Dîlan Şîmşek û nûçegihana Artu Gerçekê Muzeyyen Yuce jî di nava binçavkiriyan de cih digirin.