Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn 2024-04-05 14:18:33   STENBOL - Nûçegihanê me Ferhat Sezgîn ê dema nûçe dişopand hate binçavkirin, tundiya ku polîsan lê kiriye qeyd kiriye. Di dîmenan de tê dîtin ku dema tundî li Sezgîn tê kirin kameraya di destê wî de dikeve erdî.    Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê di çalakiyên protestoyê yên li dijî darbeya hilbijartinê ya li Wanê de di 3’yê Nîsanê de nûçegihanê me Ferhat Sezgîn bi lêdanê hatibû binçavkirin. Hate diyarkirin ku difina Sezgîn ê polîsan bi lêdanê binçavkiribû şikestiye. Di dîmenên ku piştî Sezgîn kişandine de tê dîtin ku polîs çawa tundiyê li wî û li girseya li Esenyûrdê dike. Di kêliya ku Sezgîn mudaxileya li girseyê dikişîne de tê dîtin ku polîs jê re bi gotina “Qertê te yê çapemeniyê heye len” tundiyê lê dike. Tê dîtin ku çawa polîs tundiyê li Sezgîn dikin kameraya wî ji destê wî dikeve.    ÇI ÇÊBÛBÛ?    Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê di çalakiyên protestoyê yên li dijî darbeya hilbijartinê ya li Wanê de di 3’yê Nîsanê de nûçegihanê me Ferhat Sezgîn, nûçegihana rojnameya Yenî Yaşamê Sema Korkmaz, nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) Dîlan Şîmşek, nûçegihana Arti Gerçekê Muzeyyen Yuce jî di nav de 86 kes bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Tê payîn ku piştî îro kar û barên îfadeyên kesên di bin çavan de bi dawî bin, dê sewqî edliyeyê bên kirin. Li gorî agahiyên ku ji parêzerên bi Sezgîn ê li Miduriyeta Polîsan a Bajêr di bin çavan de tê ragirtin hevdîtin kirine hatine wergirtin, dema polîsan bi lêdanê Sezgîn binçavkirine difina wî şikandine. Her wiha li gorî agahiyên ji parêzeran hatine wergirtin 86 kes rastî zexta psîkolojîk hatine. Tê payîn ku piştî kar û barên îfadeyên kesên di bin çavan de bi dawî bin, dê sewqî edliyeyê bên kirin.