Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin 2024-04-05 17:38:34   ENQERE – Platforma Azadiya Parastinê, ji aliyê 7 rêxistinên hiqûqê ve hat avakirin.    Hiqûqnasên Ji Bo Edaletê, Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD), Hiqûqa Civakî, Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê, Piştevaniya Hiqûqnasan, Parêzerên Beşdariyî û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Platforma Azadiya Parastinê ava kirin. Platform, li avahiya Şaxa ÇHD a Enqereyê damezrandina xwe ragihand.    Li hêwana ku daxuyanî hat dayîn pankarta "Em azadiyê ji parastinê re dixwazin" hat daliqandin. Ji Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, parlementerên partiyê Ferît Şenyaşar, Sumeyye Boz û Omer Farûk Hulaku jî tev şi daxuyaniyê bûn.   Daxuyanî ji aliyê endama OHD'ê Parêzer Şevîn kayayê ve hat xwendin.    Kayayê bilêv kir ku ew jî nesîbê xwe ji êrişan digirin û got ku ew di heyameke wiha de ne ku mekanîzmaya darazê bi her awayî bi desthilata siyasî ve hatiye girêdan. Kayayê anî ziman ku destkeftiyên neteweyî û navneteweyî yên parêzeran, parêzbendiya parastinê ya parêzeran û mafên wan ên rêxistinbûyînê bi talûkeyê re rû bi rû ne.    Kayayê destnîşan kir ku ew ji ber vê li hev kom bûne û "Platforma Azadiya Parastinê" ava kirine û got ku ew ê bi hev re xurttir bin »û bêtir karibin li ber xwe bidin.