Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin 2024-04-05 18:35:54 ŞIRNEX- Li Şirnexê îtîrazên ku ji bo betalkirina hilbijartin hatibûn kirin, hatin redkirin.    Li Şirnexê Partiya Wekehvî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo betalkirina hilbijartina Şirnexê serî li dozgeriyê da. Parlamanterên DEM Partiyê Zeynep Odûncû,Sebahat Erdogan, Adalet Kaya, George Aslan, Mehmet Zekî Îrmez û Newroz Ûysal Aslan jî di nav de bi sedan welatiyan serî li dozgeriyê dan.    Welatiyên ku ji hêla polîsan ve destûra wan nehat dayin ku bi girseyî biçin serlêdanê bikin, yek bi yek çûn edliyeyê û serlêdan kirin. Piştre li ber avahiya DEM Partiyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Îtîrazên ku ji lijneya hilbijartinê ya bajêr re hatine kirin jî hatine redkirin. Piştî çalakiya runiştine li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî hate dayin.   ÎTÎRAZ HAT REDKIRIN   Di daxuyaniyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî. Gungen daxuyand ku îtîrazên wan hatine redkirin û got: "Di aliyê hiqûqî de em ê tekoşîna xwe bidomînin. Hûn jî û gelê Tirkiyeyê jî dizanin ku ev hilbijartin  bi awayekî bêhiqûqî û bêedeletî hatiye kirin. Di warê hiqûqî de çi pêwîst bike em ê bikin. Me îro serlêdanên xwe kirin. Serlêdanên ku me li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr kirin jî hatin redkirin. Lê navenda me dê ji bo betalkitina hilbijartinê serî li YSK’yê bide. Em ê hîle û diziyên wan eşkere bikin. Ew ê ku hatiye hilbijartin jî diz e. Heta em encamekê bistînin em ê çalakiyên xwe bidomînin.”   ‘EV MESELEYA DEMOKRASIYÊ YE’    Piştre parlamentera Amedê Adaley Kaya axivî. Kayayê jî bang li her kesî kir ku xwedî li vîna Şirnexê derkeve û got: "Ez li vir bang li raya Tirkiyeyê dikim ku bila li dijî vê hiqûqiyê xwe bêdeng nemîne. Ev piragirika han tenê ne ya Şirnexê ye, di heman demê de pirsgirika demokrasiyê ye. Divê her kes ew dengê ku li Şirnexê bilind dibe bibihîze. Ev mesele, meselya demokrasiyê ye.”   ‘DU DAXWAZÊN ME HENE’    Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal Aslanê jî got ku ew ê tekêşîna xwe bidomînin û wiha axivî: "Em ê serlêdana xwe li YSK’yê jî bikin. Du daxwazên me hene, yek ji wan ew e ku hilbijartina ku di dibistana Omer Keçecî de hat lidarxistin bê betalkirin û ya dîtir jî ew e ku ev bêhiqûqîtî bê lêpirsînkirin.”   Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyên “AKP diz e” û "Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin” bi dawî bû.