Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye 2024-04-06 09:32:20 MÊRDÎN - Derket holê ku deynê MARSU’yê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatibû tayînkirin û di hilbijartinên rêveberiya herêmî de DEM Partiyê bi dest xistbû 2 milyar û 123 milyon û 123 hezar TL ye. Hat zanîn ku qeyûm sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye.    Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 19’ê tebaxa sala 2019’an de cara duyemîn li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê qeyûm tayîn kir. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de jî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) şaredarî bi dest xist. Ji sala 2019’an ve 3 qeyûm guherîn û di vê pêvajoyê de neguhêzbarên şaredariyê hatin firotin, gelemperiya neguhêzbaran bi hinceta “Pêdivî pê nîne” dewrî Serokatiya Koordînasyona Şopandina Razemeniyan (YÎKOB) a girêdayî Walîtiya Mêrdînê hatin kirin. Her wiha çavkaniyên şaredariyê jî ji bo şaredariyên AKP’î hatin xerckirin. Beriya hilbijartinê jî rêveberiya qeyûm biryar da ku ji Bankaya Îllerê krediyên bi milyonan lîreyan bên standin.    NEGUHÊZBAR DEWRÎ XIZÎNEYÊ KIRIN   Rêveberiya qeyûm, di navbera mijdara sala 2016’an û nîsana 2019’an de Şaredariya Bajarê Mezin 400 milyon TL, Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSU) jî 620 milyon TL di bin deyndan de hiştin. Rêveberiya qeyûm deyn li ser deynan zêde kir. Rêvebeiya qeyûm, ji bo dayîna deynan jî neguhêzbarên herî buha di bin navê “dewrkirinê” de firot Dara ya Xizîneyê û bi vê yekê re gelemperiya deynên şaredariyê da jêbirin.    2 MILYAR TL DERBAS KIR   Lê belê rêveberiya qeyûm, deynê MARSU’yê jî nêzî 4 qet zêdetir kir. Di sala 2019’an de deynê MARSU’yê 620 milyon TL bû û di nava 5 salan de, ji îlona 2023’yan ve ev deyn derket 2 milyar û 123 milyon û 123 hezar û 133 TL’an. Wisa tê texmînkirin ku deynên MARSU’yê ji meha îlonê ve hêj zêdetir bûye.    MA / Ahmet Kanbal