Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn 2024-04-06 14:09:19 STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn ku 76 sal berê hatibû binçavkirin û windakirin û banga bidawîkirina bêedaletiyê kirin.  Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta kesên di dema binçavkirinê de hatine windakirin û qetilkirin û darizandina faîlên wan, di hefteya 993’yemîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê hatin gel hev. Çalakvanan qurnefîl û dovîzên wêneyên windakiriyan li ser bûn hilgirtin. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî, Hevberdevkê Komîsyona Çand û Hunerê yê DEM Partiyê Kerem Firtina, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û rêveberên şaxa komeleyê ya Stenbolê tev li çalakiya vê hefteyê bûn.    Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî hate pirsîn ku di 31’ê adara sala 1948’an de ji bo biçe derveyî bajar ji Stenbolê derketibû û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin. Daxuyanî ji hêla Endama Komîsyona li Dijî Windakirinan a ÎHD’ê Sebla Ercan ve hate xwendin. Ercan, got ku di 76’emîn sala windakirina Alî ya ji hêla dewletê ve hatine gel hev û diyar kir ku dê aqûbeta Alî di tariyê de nemîne. Ercan, anî ziman ku malbata Alî ji daxuyaniya fermî ya dewletê qaneh nebûye û wiha domand: “Dewlet dibêje ku Alî dema direviya Bulgaristanê, ji hêla qaçaxçiyekî neteweperest ve hatiye kuştin. Lê xizmên Alî dibêjin ku li emniyeta Kirklareliyê bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û cenazeyê wî hatiye windakirin.”    'DERHEQÊ WÎ DE LÊPIRSÎN TÊN VEKIRIN’    Bi domdarî Ercan diyar kir ku Alî nelirêtî û xizaniya wê demê vedigot lewma bi propagandayê dihat sûcdarkirin, derheqê wî e lêpirsîn dihatin vekirin, cezayê girtinê dihat dayîn û pirtûkên wî dihatin qedexekirin. Ercan, da zanîn ku Alî ji ber zexta neçar ma ku bixwaze biçe Ewropayê lê li ser sînor hate girtin û bi îşkenceyê hate qetilkirin. Ercan, wiha bi dawî kir: “Divê ev bêedaletiya 76 sal in didome bi dawî bibe. Divê cihê gora Alî were eşkerekirin û pêvajoya windakirina wî were zelalkirin. Divê dosyaya Sabahattîn Alî ya veşarî ya li Midûriyeta Giştî ya Arşîvên Dewletê bê eşkerekirin. Pêşîlêgirtina lêkolînkirina bûyerên windakirinê, tê wateya rewakirina van sûcan.”    Piştî daxuyaniyê, beşdaran qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.