YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya 2024-04-06 14:12:01 ENQERE - YSK ji bo nirxandina îtîrazên li dijî encamên hilbijartinê civiya.  Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji bo nirxandina îtîrazên li dijî encamên hilbijartinan hatine kirin, saet di 14.00’an de civiya. Serokê YSK’ê Ahmet Yener dema ketî saziyê pirsên rojnamegeran bersivand.    ÎTÎRAZÊN DEM PARTIYÊ   Her wiha dê îtîrazên DEM Partiyê yên ji bo Bedlîs û Qersê û yên ji bo navçeyên Xelfetî û Curnê Reş ên Rihayê jî bên nirxandin. Li Bedlîsê ku 2 hezar û 18 deng lê nederbasdar hatin hesibandin, hêj pêvajoya îtîrazê bi dawî nebûyî mazbata dabûn namzetê AKP’ê Nesrûllah Tanglay.