Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin 2024-04-06 16:00:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Remezanê ji bo girtiyan efû derxist.    Meclisa Gelan Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya 96’an li dar xist. Desteya hevserokatiyê, endamên Meclisên Gelan ên 7 kantonan, Meclisa Edaleta Civakî ya herêmê tev li civînê bûn. Civîn li hola civînan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê li dar ket.   Di civînê de meclisê biryareke efûyê erê kir ku li gorî wê sûcên beriya 06.04.2024’an hatine kirin, tên efûkirin. Biryar bi boneya Cejna Remezanê hate dayîn.    Lê belê kesên ji sûcên terorê, bazirganiya tiryakê, fealiyetên li dijî Rêveberiya Xweser, sûcên li dijî jinan, destdirêjî û bazirganiya mirovan girtî nakevin ber efûyê.