Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin 2024-04-06 23:59:09   RIHA - Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr, piştî îtiraza Partiya Yenîden Refahê hilbijartina li Sêwregê betal kir.   Li Sêwregê hatibû îdiakirin ku namzetê AKP'ê bi 64 rayan bi ser ketiye. Lê piştî îtiraza Partiya Yenîden Refahê (YRP), biryar hat dayin ku hilbijartin bê nûkirin. YRP'ê sedema ku bi awayekî nelirê ray hatine bikaranîn, di 2'yê Nîsanê de serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê da. Lijneyê jî biryar da ku hilbijartina li Sêregê bê nûkirin.