Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar 2024-04-07 09:06:54 ŞIRNEX - Derket holê ku qeyûma Cizîrê di nava 2 mehan de 101 kes girtiye kar.  Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê ku ev 8 sal in ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de kete destê rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Piştî DEM Partiyê şaredarî bi dest xistî, bêusûltiyên rêveberiya qeyûm jî derdikevin holê. Yek ji van bêusûliyan jî wergirtina karkeran a şaredariyê ye.    Hat zanîn ku qeyûma Cizîrê di nava 2 mehên dawî de 101 kes girtiye kar. Derket holê ku ji van karkeran 65 jê 10 roj beriya hilbijartinê hatine girtin.    Bi karkerên herî dawî wergirtine kar re hejmara xebatkarên şaredariyê dreket 761 kesan û ji van 120 jê memûr, 17 jê memûrên bipeyman, 57 karkerên kadro û 567 jî xebtkarên şîrketê ne.    MA / Omer Akin