Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir 2024-04-07 12:21:07 AMED - Derket holê ku qeyûm Farqînê beriya biçe Navenda Etûtan a Selahaddîn-î Eyyubî ku neguhêzbara Şaredariya Farqînê bû, dewrî Midûriyeta Perwerdeyê ya Gel kiriye.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 31’ê Adarê de Şaredariya Farqîn a Amedê bi dest xist. Qeyûmê Şaredariya Farqînê Hasan Uguz, hêj neçûyî dest bi dewrkirina neguhêzbarên şaredariyê kir. Yek ji van neguhêzbaran jî Navenda Etûtan a Selahaddîn-î Eyyubî ye. Qeyûm ev neguhêzbar dewrî Midûriyeta Perwerdeyê ya Gel a kir. Dema xwendekar çûn navendê, sedema venekirina navendê pirsîn û jê re hate gotin ku dê dewrî midûriyetê were kirin.    Li ser vê yekê xwendekar çûn Navenda Perwerdeya Gel lê ji ber ku roja yekşemê bû, nekarîn xwe bigihînin tu rayedaran. Peywirdarê ku xwendekaran xwe li ser telefonê gihandiyê jî hate navendê û pirtûk dan xwendekaran.    Têkildarî karûbarê dewrkirinê heta niha jî li ser malpera şaredariyê agahî nehatine parvekirin. Ji ber ku dawiya hefteyê ye, me nekarî xwe bigihînin reyedarên saziyê.