Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin 2024-04-07 13:40:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî got ku dê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê di dema xwe de bênl lidarxistin.  Serokê Giştî yê Yekitiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî têkildarî nîqaşên derheqê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyanî da. Li gorî nûçeya Rojnewsê; Talabanî diyar kir ku dê hilbijartinên Parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin û wiha got: “Di encama hevdîtinên bi Koalîsyona Rêveberiya Dewletê de ji bo taloqkirina hilbijartinan tu pêşniyar nehatin kirin.”    Koalîsyona Rêveberiya Dewletê duh li Bexdayê bi YNK û PDK’ê re civiya bû. Di civînê de pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareseriya bi rêya destûra bingehîn a Iraqê hatibûn nirxandin.    Hatibû ragihandin ku dê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê di 10’ê hezîrana 2024’an de bên lidarxistin.