YSK’ê biryara xwe ya têkildarî Kerboranê da 2024-04-07 13:43:50   MÊRDÎN - Li ser îtîraza AKP’ê biryar hatibû dayîn ku dengên Kerboranê jinûve bên hejmartin. YSK’ê ev biryar betal kir.    Li ser îtîraza AKP’ê, Lijneya Hilbijartinê ya Kerboran a Mêrdînê biryar dabû ku deng jinûve bên hejmartin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî li dijî vê biryarê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dabû.    YSK’ê diyar kir ku encamên heyî yên li Kerboranê derbasdar in û biryara jinûvehejmartina dengan a Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê betal kir.