Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn 2024-04-07 14:39:47 ÎZMÎR/RIHA - Bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Îzmîr û Rihayê şitil hatin danîn.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Buca ya Îzmîrê bi boneya 75’emîn salvegera rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şitil danîn. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û welatiyan bi xwe re şitlên darên guz, hinar, hilûk, mişmiş, gilyaz, sêv, zeytîn, pirteqal û bihokê anîn û danîn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.    Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) Rahîm Turan axivî û 4’ê Nîsanê li hemû gelan pîroz kir. Turan, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî kir.   RIHA   Bi boneya 75’emîn salvegera rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li kêleka Çemê Firat ê ji navçeya Hewag a Rihayê diherike Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şitil hatin danîn. Li ser darên ku ji aliyê Piştevaniya Xwendekarên Demokratîk ên Heranê û Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê ve hatin danîn, gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin nivîsîn.    Navên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana  xwe ji dest dan li darên hatin danîn hatin kirin. Ciwanan diyar kir ku weke berteka li dijî tecrîdê şitil danîne û peyam dan ku divê demildest azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were. Ciwanan bi 75 satilên avê ku ji Çemê Firatê anîn, şitil av dan.