Di protestoyên Wanê de 30 kes hatin girtin 2024-04-08 17:00:07   WAN - Di protestoyên gelê Wanê yên du rojan de 260 welatî hatibûn binçavkirin. Ji 260 kesên 30’an wan hatin girtin.    Abdullah Zeydan wek hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hate hilbijartin. Gelê Wanê li dijî nedayîna mazbaya Zeydan û xespkirina îradeyê 2 rojan çalakiyên protestoyê li dar xist.    Di çalakiyên ku 2 rojan berdewam kirine û serdagirtinên malan de 260 welatî hatin binçavkirin. Welatiyên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Wanê de îfadeyên xwe didin.  Tevî 2 zarokan, 30 kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “bi ser navê rêxistinê kirina sûc” sewqî Dadgeriya Sûlh Cezayê hatine kirin, hatin girtin.    Hat zanîn ku ji 260 binçavkiriyan 15’ê wan zarok, 10’ê wan jî parêzer in.