Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn 2024-04-20 14:02:22 STENBOL - Dayikên Şemiyê yên aqûbeta Kadîr Keremoglû yê beriya 29 salan ji aliyê JÎTEM’ê ve di bin çavan de hate windakirin pirsîn, diyar kirin ku çend sal derbas bibe bila derbas be dest ji daxwaza edaletê ya ji bo windakiriyan bernadin.  Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, di hefteya 995’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe pêk anîn. Di çalakiya ku gelek parazvanên maf tev li bûn de wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kadîr Keremoglû (75) yê dema di 14’ê nîsana 1995’an de li mizgefata ku wî bi xwe çêkiribû de nimêj dikir ji aliyê JÎTEM’ê ve hate revandin û pişt re agahî jê nehate wergirtin hate pirsîn.    Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî ya daxuyaniya vê hefteyê xwend, destnîşan kir ku ji ber li Tirkiyeyê daraz ne serbixwe ye her roja ku diçe êşa malbatên windakiriyan zêdetir bûne.     ‘NAVÊ WÎ DI LÎSTEYA MIRINE YA JÎTEMÊ DE HEYE’    Yolerî dû re çîroka Keremoglû wiha parve kir: Keremoglû ji Geverê bû û tevî malbata xwe li Wanê dijî. Malbateke halxweş bû û kesên girêdayî JÎTEM’ê bi gotina  ‘navê we di lîsteya mirinê ya JÎTEM’ê de heye’ gef li malbatê dixwar û pere jê xwestin. Dema malbatê ev yek red kirî jî bû hedef. Karsaz Kadîr Keremoglû ku 75 salî bû, di 14’ê nîsana 1995’an de dema ji Mizgefta Keremoglû ya li navenda Wanê derdiket, ji hêla kesên di wesayîta Torosa Spî ya bi plakaya 01 EA 600 hate revandin.    RADESTÎ YEŞÎL HATE KIRIN   Di encama lêkolînên malbatê de derket holê ku kesên Keremoglû revandin, ew radestî Mahmût Yildirim ê bi nasnavê ‘Yeşîl’ kirine. Ji ewil birine navenda JÎTEM’ê ya Wanê û piştre jî birin Fermandariya Lîwaya Cendirmeyan a Wanê. Di heman demê de malbatê xwe gihand agahiyên nasnameyê yên kesên tev li bûyera revandinê bûn û têkiliya wan bi JÎTEM’ê re heye.    Malbatê bi Midûriyeta Polîsan a Wanê, Waliyê Wanê û Midûrê Giştî yê Midûriyeta Polîsan Mehmet Agar re ev agahî parve kir û xwestin bavê wan were dîtin. Kesên ku di dîrokên cuda de xwe gihandin malbatê û xwe weke endamên daîreya şerê taybet û îstîxbaratê nîşan dan û efserekî bi payeya serheng, ji bo radestkirina Keremoglû ji malbatê fîdye xwest. Bûyer, di hejmarên 285 û 286 ên Kovara Aktuelê de bi berfirehî hate vegotin. Malbata Keremoglû jî di 13’ê çileya 1997’an de îfade da Komîsyona Lêkolînkirina Susurlukê ya Meclisê, bûyer vegotin û navên faîlan eşkere kir.    HEWLDAN BÊENCAM MAN   Dosyaya Keremoglû di navbera edliyeyên Amed, Colemêrg û Wanê de hatin û çû lê hemû hewldanên malbatê yên ji bo cezakirina berpirsyaran bêencam man. Doz di sala 2015’an de birin Dadgeha Destûra Bingehîn lê hate redkirin. Li ser vê yekê jî malbatê doz bire DMME’yê.”   Çalakî bi danîna qûrnefîlan a li qadê bi dawî bû.