‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in' 2024-04-28 09:09:07 STENBOL- Doza tazmînatê li malbata Îdrîs Ûzkaşê HPG'î yên di şer d ejiyana xwe ji dest da, hat vekirin. Bav Habîb Ûzkaş got: "Hem kurê min miriye hem jî dozê vedikin. Yê mexdûr em in." Di sala 2018'an de li navçeya Hezro ya Amedê di şer de Diyar Gumuşay, Alî Tekîn û Îdrîs Ûzkaş ên HPG'î di şer de jiyana xwe ji dest dan. Di 29'ê Tîrmeha 2020'î de, bi hinceta cendermeyên ku di şer de birîndar bûne, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan bi îdiaya "biryara saziyê" doza tazmînatê li malbatên her sê HPG'iyan vekir.    Doz di 13'ê Sibatê de li Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 5'an a Amedê hat lidarxistin. Di dozê de biryar hat dayîn ku her malbatê 12 hezar û 406 TL tazmînatê bide.    Ji malbatan, malbata Gumuşaz û Ûzkaş ku hem zarokên wan jiyana xwe ji dest dane û hem jî rewşa wan a aborî nebaş e, ji ber ku tazmînatê nedan, tazmînata li wan hatiye birîn bû 45 hezar TL.    Habîb Ûzkaş, bavê Îdrîs Ûzkaş destnîşan kir ku ya hatiye kirin "heqaret" e.    Bav Ûzkaş ku di 29'ê Adara 2018'an de kurê wî jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku mexdûriyeta hatiye serê wan bi vê pêvajoyê re dest pê kiriye. Bav Ûzkaş diyar kir ku piştî cenaze wergirtine ji bo definkirinê birine navçeya Hezex a Şirnexê, lê li vir nehatiye hiştin ku ew cenazeyê xwe bişin jî.    ‘YÊ MEXDÛR EM IN'   Ûzkaş destnîşan kir ku gelek malbat bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ne û got ku demildest divê ev doz bên betalkirin. Bav Ûzkaş destnîşan kir ku yê mexdûr ew in û got: "Em nikarin vê tazmînatê bidin. Lewma demildest divê ev doz bên betalkirin. Hem kurê min miriye hem jî dozê vedikin. Yê mexdûr em in."   Bav Ûzkaş destnîşan kir ku li Tirkiyeyê şer heye û got ku heya ev şer bidome wê gelek kes bimirin û xwest dawî li şer bê.    Ûzkaş anî ziman ku zext û zordarî çiq as hebin jî ew neheqiyê qebûl nekin û got: "Tevî hemû zextan jî em ê xwedî li zimanê xwe, çanda xwe û nirxên xwe derkevin."   MA / Ferhat Sezgîn