Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin 2024-04-28 10:15:19 STENBOL - Parêzera OHD’î Rezan Gezer da zanîn ku girtiyên hevdîtinên bi malbatan re, yên ser telefonê û derketina dadgehan boykot dikin, her hefteyê daxwaza xwe ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê ji Wezareta Dadê re radigihînin.  Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 38 meh in agahî nayên girtin û kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a girtiyên siyasî ku di 27’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin, di roja 4’ê nîsanê de derbasî qonaxa boykotkirina dadgeh û hevdîtinên bi malbatan û yên li ser telefonan.    Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Rezan Gezer têkildarî daxwazên girtiyan û binpêkirinan axivî.    Gezer, da zanîn ku di dema grevên birçîbûnê de gelek sepanên derhiqûqî li dijî girtiyan hatine kirin û wiha got: “Di çalakiyên greva birçîbûnê de hinek lêpirsîn derheqê girtiyan de hatin destpêkirin. Li hinek cihan cezayên hucreyê hatin dayîn, li hinek cihan jî cezayê bêparhiştina ji çalakiyên civakî hate dayîn. Heta hinek miwekîlên me pê re hevdîtin kirî gotin ku cezayê qedexeya hevdîtina li ser telefonê jî hatiye dayîn. Lê biqasî em dizanin ji bo qonaxa nû hêj çi lêpirsîn nehatine vekirin.”    DAXWAZÊN XWE JI WEZARETÊ RE RADIGIHÎNIN’    Bi domdarî Gezer diyar kir ku girtî di daxwazên xwe de biisrar in û wiha domand: “Daxwaza wan ew e ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe, ji hêla fîzîkî ve azad bibe, pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin, binpêkirinên li dijî girtiyên siyasî û yên nexweş bi dawî bibin. Van daxwazên xwe hem ji Wezareta Dadê re hem jî saziyên ji girtîgehan berpirsyar re dişînin. Her hefteyê van daxwazên xwe dişînin. Girtiyan gotin ku heta daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe ya boykotê bidomînin.”    HESTIYARIYA DI MIJARA TECRÎDÊ DE   Parêzer Gezer, armanca ji çalakiya boykotê jî wiha vegot: “Ji bo tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din bê fêmkirin û hestiyariyek çêbibe vê çalakiyê dikin. Dixwazin bidin fêmkirin bê ka dema hevdîtinên bi malbatan re û yên li ser telefonê tên boykotkirin encamekî çawa dibe. Dixwazin encamên wê bi raya giştî bidin fêmkirin.”   'GIRTÎGEH DIKEVIN REWŞEKÎ ZEHMET’   Gezer, anî ziman ku boykotkirina telefon, dadgeh û hevdîtina bi malbatan re bi xwe re “nediyariyê” tîne û wiha bi dawî kir: “Dema girtîgeh ceza dide girtiyan malbatan jê agahdar dike. An jî li ser parêzeran agahî didin malbatan. Lê di çalakiya boykotê de hemû tiştan girtî bi xwe biryarê didin. Piranî bi parêzer û malbatan re qet hevdîtin nayên kirin. Lewma jî tu agahî jê nayên girtin. Di vê rewşê de girtîgeh dikevin rewşekî zehmet. Ji ber ku sazî mecbûr in vê agahiyê bidin; ‘girtî baş e, bi tendurist e.’ Divê li dijî vê çalakiyê ev bersiv were dayîn. Di esasê xwe de yek ji armancan jî ev e.    DIVÊ RAYA GIŞTÎ BERTEK NÎŞAN BIDE   Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan veguherî wê rewşê ku em nekarin bi miwekîlên xwe re hevdîtinan bikin. Divê ev rewş bibe rojeva raya giştî. Heke sibe ez bixwazim bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikim û bersiva ‘na’ were dayîn, ez ê nezanim ka ev biryara miwekîlê min e yan ya girtîgehê ye. Lewma divê raya giştî bertekê li dijî vê yekê bide.”