ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN 2024-04-29 09:00:01 * Endamê OHD’ê Parêzer Yûsûf Çakas ku têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî, diyar kir ku di asta navneteweyî de bêdengiyek heye û wiha got: “Hemû pêkanînên tên meşandin tecrîd û qutkirina têkiliya bi cîhana derve re ne.” * Hem dadgeha herêmî hem jî ya îstînafê bûyera kuştina Şahîn Ozer ya bi pêlêkirina panzerê weke “qezaya trafîkê” nirxand. Parêzer Yakûp Guven ji bo danişîna ku sibê dê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.    * DEM Partî dê der barê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên li Qada Taksîmê de li avahiya partiya xwe daxuyanîyê bide. (11.00)    * Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê dê bi daxwaza berdana Makbûle Ozer a 82 salî li avahiya BP'ê daxuyanîyê bide. (13.00)   * ÎHD dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Marmarayê li avahiyê xwe bi daxuyaniyekê parve bike. (13.00)   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê dê li Enqereyê berdewam bike. (13.00-17.00)    * Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê li Meclisê têkildarî geşedanên dawî daxuyaniya çapemeniyê bide. (13.30) ZINDÎ