Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin 2024-04-29 09:00:51   AMED - Hem dadgeha herêmî hem jî ya îstînafê bûyera kuştina Şahîn Ozer ya bi pêlêkirina panzerê weke “qezaya trafîkê” nirxand. Parêzer Yakûp Guven ji bo danişîna ku sibê dê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.    Li Taxa Şehîtlik a navçeya Bajarênû ya Amedê di 10’ê Sibata 2013’an de, di dema protestoyekê de wesayîta polîsan pêl Şahîn Oner (19) kiribû û Oner jiyana xwe ji dest dabû. Biryara dadgehê ya dereceya ewil ku derbarê polîs Selahattîn Korkmaz de hatibû dayîn, ji aliyê 3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliye ya Herêma Amedê ve hate xera kirin.   Piştî bûyerê nêzî 8 salan di 23’yê mijdara 2021’an de di danişîna li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin de ji polîsê bersûc yê ji sûcê “kuştina biqestî” dihate darizandin, ji sûcê “biqusûr bûye sedema mirinê” 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hefsê lê hate birîn.   Dadgeha Îstînafê ku biryara dadgeha herêmî veguhestinê, bûyer weke “qezayeke trafîkê ya hêsan” nirxand û ji ber nakokiya raporên li ser bûyerê, dosya ji ber “lêkolîna kêm” xera kir.  Danişîna doza ku Dadgeha Îstînafê xera kir jî dê sibê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. Yek ji parêzerên malbatê rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Yakûp Guven têkildarî dozê axivî.     BIRYARA DADGEHÊ    Guven, bi bîr xist ku dadgeha herêmî binpêkirina maf a qewimî ne weke “encama kiryareke biqestî” weke “qezaya trafîkê ya hesan” nirxandiye û wiha got: “Cezayê hatiye dayîn jî di vê çarçoveyê de hate nirxandin. Mixabin biryara xerakirinê ya îstînafê jî biryareke heman bûye. Di biryara îstînafê de bûyer weke qezaya trafîkê hate nirxandin û hate xwestin ku nakokiya di nava raporan de ji holê bê rakirin. Em dixwazin dubare bikin ku vê nirxandinê kêm dibînin.”   ‘WALÎTIYÊ BANDOR LI LÊPIRSÎNÊ KIR’    Guven, bi bîr xist ku Oner piştî panzera polîsan lê daye bi kaşkirina bi erdê re jiyana xwe ji dest daye û wiha domand: “Polîsan tevî ku Şahîn dîtine û Şahîn destên xwe bilind kirine û ji wan re gotiye ‘bisekinin’ jî leza xwe kêm nekirine li singê wî dane pişt re bi ser re derbas bûne û bi heman lezê dewam kirine. Wesayîta din a polîsan ku piştî vê wesayîtê dihat li ber Şahînê bi awayekî giran birîndar bûye sekinî ye û dû re li wesayîtê siwarkirin û birine qereqolê. Piştî bûyerê bêyî ku hûrgiliyên bûyerê derkevin holê di hin organên medyayê ku walîtî weke çavkanî nîşan dan de nûçe hatin çêkirin ku dema çalakvanekî xwestiye teqemeniyê biaveje polîsan di dest de teqiya ye û jiyana xwe ji dest daye. Lê rapor û îfadeyên şahidan ên derketin holê derxist holê ku bûyer bi vî şiklî çênebûye. Ev daxuyaniya ku Walîtiyê germegerm da, aşkere ye ku bandor li ser dozgeriya ku divê bi awayekî bêalî lêpirsînê bidomîne kiriye û derketina holê ya rastiyan asteng kiriye. Îfadeyên şahidan, rapora otopsiyê, raporên edlî tib û pisporan, daxuyaniya walîtiyê ya piştî bûyerê da pûç kiriye. Dîsa di dosyayê de qeydên axaftina bi telefonê ya welatiyekî ku li 112 geriyaye, gotiye panzerê pêl Oner kiriye, polîsên ku hatine cihê bûyerê Oner nerakirine, ji bo xelaskirina Oner mudaxile nekirine hene.”   ‘TEVLIBÛNA BIBANDOR A LI DOSYAYÊ HATE ASTENGKIRIN’    Guven, bi lêv kir ku lêpirsîna derbarê ajokarê wesayîta zirxî û polîsên din ku Onerê birîndar şûna nexweşxaneyê birine qereqolê hatibû destpêkirin de biryara neşopandinê hate dayîn û wiha lê zêde kir: “Di asta darizandinê de jî polîsên ku diviyabû ji sûcên kuştina mirovan û jiholêrakirina delîlan bên darizandin weke şahid hatin guhdarkirin. Ji ber ku ev şahid di danişînên fermanê de hatin guhdarkirin weke parêzerên wî yên tev li danişînê bûn mafê me yê pirskirinê hate astengkirin û tevlibûna me ya bi bandor a li dosyayê hate astengkirin.”   BÛYER SÛCÊ ‘KUŞTINA BIQESTÎ’ YE   Guven, destnîşan kir ku ji destpêkê ve lêpirsîneke bi bandor nehate meşandin û anî ziman ku pergala necezakirinê ya weke ÎHD bi salan e li dijî wê têdikoşin di vê dozê de jî derketiye pêşberî wan. Guven, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber faîl peywîrdarê cemaweriyê ye ev yek faktora herî girîng a bandorê li lêpirsîn û darizandinan bike ye. Ev pergal hem li herêmê li dijî welatiyan binpêkirinên maf ên giran derdixîne holê hem jî faîlan diparêze pêşiyê li ber binpêkirinan vedike. Di darizandinên wiha de delîlên ku dijberî faîl bên bikaranîn bi awayekî bi bandor nayên komkirin, delîl ji holê tên rakirin û weke gelek caran em bûne şahid amirên mulkî hewl didin bandorê li dozgeriyê bikin. Rewşa delîlan, îfadeyên şahidên bêalî, hewldanên reşkirina delîlan bi awayekî berfireh bên nirxandin dê bên dîtin ku bûyer sûcê “kuştina biqestî”ye.”   BANGA PIŞTEVANIYÊ    Guven, bal kişand ku divê bersûc ji sûcê “kuştina biqestî” were cezakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku di serî de binpêkirina mafê jiyanê li herêma me binpêkirinên mafan ên giran pêk neyên em dixwazin bînin ziman ku şopandina danişîna ku dê di 30’ê nîsanê de bê lidarxistin a bi piştevaniyeke xurt ji aliyê parazvanên mafên mirovan, rêxistinên sivîl ên civakî û rayagiştî ya demokratîk gelekî girîng e."