Di doza cînayeta Tahîr Elçî de dozger daxwaza beraetê kir 2024-04-29 11:44:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Dozger di doza cînayetê ya Tahîr Elçî de ji bo bersûcan daxwaza beraetê kir.    Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî di 28’ê mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li navçeya Sûra Amedê hatibû qetilkirin. Hate diyakirin ku di danişîna doza Elçî de dozger ji bo bersûcan daxwaza beraetê kir. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser hesaba xwe ya platforma dîjîtal a X’yê têkildarî dozê wiha got: “Di dosyaya Serokê me yê Baroyê Prz. Tahîr Elçî yê li ber dehan kamerayan hate qetilkirin de Serdozgerê Komarê yê Amedê piştî 8 salan ji bo bersûcan daxwaza beraetê kir û mutalaya xwe pêşkeş kir. Ew roja tarî dê rojekê teqez ronî bibe.”   Danişîna doza têkildarî cînayeta Elçî dê di 12’ê Hezîranê de li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin. Di dozê de bersûc polîs Sînan Tabûr, Fûat Tan û Mesût Sevgî yên negirtî tên darizandin bi sûcê “biqisûra qestî bûye sedemê mirinê” tên sûcdarkirin. Ûgûr Yakişir ê fîrarî jî bi sûcê “kuştina 2 polîsan û xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” tê sûcdakirin.