Piştgiriya PDK’ê ya di êrişên Metînayê de 2024-04-29 13:37:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku dewleta tirk a li dijî Metînayê êrişên nû dane destpêkirin, bi piştgiriya PDK’ê re li hin noxteyan dest bi çêkirina rê kiriye.    Dewleta tirk di 16’ê nîsanê de li dijî qada Metîna ya Herêma Kurdistana Federe êrişeke nû dabû destpêkirin. Herêm bi awayekî zêde tê bombebarankirin. Têkildarî êrişan daxuyaniyeke nû hate kirin. Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê ya di Ajansa Nûçeyan a Firatê de cih digire êriş hatine berfirehkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êriş ji xeta Girê Çarçel heta Girê Şehîd Dilbirîn belav bûne û da zanîn ku gelek leşker li herêmê hatine danîn. Dîsa hate bilêvkirin ku ji gundê Qedîşê yê di bin kontrola PDK’ê de ye ber bi Qada Golka kepçe hatine anîn û rê hatiye çêkirin.