ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2024'AN 2024-04-30 09:00:00 * Nûnerên saziyên çapemeniyê diyar kirin ku bi girtina rojnamegeran re hewl tê dayin ku rastî dernekeve holê û gotin ku ev êriş li hemû rojnamevanan hatiye kirin. Banga têkoşînê hat kirin.    * Amadekariyên mîtîngên 1'ê Gulanê yên li Êlih û Dîlokê bi dawî bûn. Nûnerên sendîkayan ji bo “jiyana demokratîk û wekhev” banga tevlîbûnê li hemû derdoran kirin.    * Şahîn Oner bi panzerê hatibû qetilkirin û doza wî dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê were lidarxistin. (09.00-16.00)   * Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê dê têkildarî xebitandina zarokan a bi darê zorê li navenda giştî daxuyaniyê bide. (10.30) ZINDÎ   * Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dê têkildarî agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Îmraliyê, li buroya xwe ya li Beyoglûyê daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDΠ   * Danişîna 49 endamên OHD û TUAD’ê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin dê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê were lidarxstin. (11.00)   * Navenda Giştî ya ÎHD’ê dê têkildarî hilbijartinên herêmî rapora xwe ya çavdêriyê eşkere bike. (11.30)   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê dê li Enqereyê berdewam bike. (13.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê dê bi boneya1’ê Gulanê li pêşiya Aydin Perîhan AVM’ê daxuyaniyê bide. (13.30)