Ewrên ji tozê li gelek bajaran bandora xwe zêde kir 2024-04-30 09:38:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Kurdistanê ewrên tozê bandora xwe zêde kir.    Ewrên ji tozê li esmanên Amed, Riha û Şirnexê bandoran xwe zêde kir. Îro serê sibê li navçeyên Cizîr û Silopiyayê ewrên ji tozê bandora xwe zêde kir. Welatî ji ber ewra tozê nekarîn ji malên xwe derbikevin. Herwiha midûriyetên perwerdehiya neteweyî yên li navçeyan tevî hişyariyên pêşwext ên meteorolojiyê jî, dibistanan betlane nekirin. Li navendên navçeyan ewrên tozê ser jiyanê bandoreke mezin ava dike û li navçeyan navbera ditînê daketiye 10-15 metreyan.   Li Amedê jî esman bi ewrên tozê dagirtî ne.    Divê kesên nexweşiyên wan ên piş, KOAH û bêhnçikiyê hene, bi qasî ku neçar nebin dernekevin derve.