Dadgeha Bilind cezayê Kozagaçli erê kir 2024-04-30 11:27:27 ENQERE - 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind cezayê Serokê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli û parêzer Barkin Tîmtîk erê kir.    3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind, di doza parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) de biryara xwe eşkere kir. Dadgehê cezayên Serokê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli û parêzer Barkin Tîmtîk erê kir û biryar da ku derheqê parêzerên din ên tên darizandin de jî lêkolîna îstînafê were destpêkirin.