Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin 2024-04-30 13:00:17   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê û bajarokê Dergûlê di serdegirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin.   Di serê sibehê de li navçeya Cizîrê û bajarokê Dêrgûlê yên Şirnexê polîsan bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Mehmet Atabey, Metîn Mendez, Ahmet Kaygusuz û Hamît Ayan hatin binçavkirin.   Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê. Sedemê binçavkirina wan nehat zanîn.