Li Stenbolê 5 kes hatin binçavkirin 2024-04-30 14:24:47 STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li bajar 5 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de bi îdiaya “di nava xebatên rêxistinê de cih digirin” derheqê 8 kesan de biryara binçavkirinê hate dayîn. Ji 8 kesan 5 jê hatin binçavkirin û lêgerîna 3 kesan jî didome. Binçavkirî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên ragirtin û biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya 24 saetan hate dayîn.