Haya wezaretê ji Îmraliyê tune ye! 2024-05-02 11:32:41   NAVENDA NÛÇEYAN – Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin 38 meh in agahî nayên girtin û 541 serlêdanên ji bo hevdîtinê hatine kirin bêencam mane. Ev daneye, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan ku digot “Tecrîd tune ye, Ocalan ji mafên xwe sûd digire” diderewînin.    Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 7’ê kanûna 2023’yan de bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destûrdayîna hevdîtinên bi malbat û parêzeran re serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dabûn. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a girêdayî Wezareta Dadê jî bersiva serlêdanê da.    Tevî tecrîda mutleq jî Midûriyetê îdia kir ku “Girtiyên li Îmraliyê ji mafên xwe yên di qanûn û rêziknameyê de sûd digirin.” Di heman demê de îdia kir ku li Îmraliyê tecrîd tune ye û di sala 2023’yan de girtiyan ji mafên şandina name, faks û hwd. sûd girtine.    Lê belê midûriyetê ev bû 38 meh ku bersiva tu serlêdanên parêzer û malbatan ên bi daxwaza hevdîtinê nedaye. Ev daneye, îdiayên midûriyetê jî diderewîne.    TECRÎDA MUTLEQ A 38 MEH IN DIDOME   Tecrîda mutleq a li Îmraliyê kete meha 38’an. Abdullah Ocalan di sala 2019’an de 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de pê re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan, herî dawî jî di 3’yê adara 2020’an de bi malbata xwe re hevdîtina rû bi rû kir.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû lê ev hevdîtin di nîviyê de hatibû qutkirin. Ji wê dîrokê ve jî tu agahî ji Ocalan nayên girtin.    Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê her hefteyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin. Herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi Abdullah Ocalan re têkilî hatibû danîn û ji wê rojê ve parêzeran 374 caran û malbatan jî 166 serlêdan kirin. Lê belê ji van 541 serlêdanan tevek jî yan nehatin bersivandin an jî bi hinceta “cezayê disiplînê” hatin redkirin.    “Cezayên disiplînê” yên tên dayîn jî ji parêzerên Abdullah Ocalan re nayên ragihandin.