Ji binçavkiriyên 1’ê Gulanê yên Stenbolê 182 jê hatin berdan 2024-05-02 11:37:54   STENBOL - Ji 217 kesên li Stenbolê ji ber pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin binçavkirin 182 jê hatin berdan û 35 jî sewqî edliyeyê hatin kirin.    Polîsan duh êrişî karker û kedkarên dixwestin bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bimeşin Taksîmê kirin. Di êrişan de gaz, guleyên plastîk û ava şid hate bikaranîn. Di êrişan de 217 kes hatin binçavkirin.    Ji binçavkiriyan 182 jê piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan.  35 binçavkirî jî li ser fermana dozgeriyê sewqî edliyeyê hatin kirin.