Ji bo Veysî Aktaş daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê hat kirin 2024-05-02 14:44:31   ENQERE - DEM Partiyê ji bo Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê tê ragirtin û cezayê xwe yê 30 salan xelas kiriye û tehliyeya wî tê astengkirin xwest ku Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê were avakirin.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Stenbolê Cengîz Çîçek û Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal ji bo bidawîkirina “rewşa dîlgirtinê” ya Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û înfaza xwe ya 30 salan temam kririye û di çarçoveya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de tehliyeya wî salekê hatiye taloqkirin, ji Serokatiya Meclisê xwestin ku Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê were avakirin.    'TEVÎ HEWLDANÊN OCALAN JÎ PÊVAJO HAT BIDAWÎKIRIN’    Uysal û Çîçek di pêşnûmepirsa pêşkeşî Serokatiya Meclisê kirin de hinceta pêşnûmeyê wiha vegotin: “Ji bo çareserkirina edalet, wekhevî û azadiyê ya kurdan ku di raya giştî de weke ‘pirsgirêka kurd’ tê pênasekirin û di dîroka komarê de girîngtirîn pirsgirêk e, di dawiya sala 2012’an di navbera birêz Abdullah Ocalan û şandeyên hikûmet û dewletê de hevdîtin dest pêkirin û pêvajoya navê ‘pêvajoya çareseriyê’ lê hatiye kirin dest pê kir. Di adara 2015’an de jî ji bo di muzakereyan de ji birêz Abdullah Ocalan re bibin alîkar 5 girtî bi rola sekreteryayê hatin peywirdarkirin. Di vê çarçoveyê de Nasrûllah Kuran, Çetîn Arkaş, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş şandin Girtîgeha Girava Îmraliyê. Lê belê tevî hemû hewldanên Ocalan jî di demekî kin de hikûmetê ev pêvajo bi dawî kir.    Bi bidawîkirina pêvajoya çareseriyê re tecrîda dermirovî ya li dijî Ocalan hîn bêhtir hate girankirin. Tecrîda li ser Ocalan, bi awayekî herî giran li girtiyên weke sekreterya şandin girtîgehê jî hate ferzkirin. Ji 5 girtiyan 2 jê piştî di 26’ê kanûna 2015’an de şandin Girtîgeha Îmraliyê jî heta demekî dirêj di tecrîdê de hatin ragirtin.    AGAHÎ JI YILDIRIM, KONAR Û AKTAŞ JÎ NAYÊN GIRTIN    Ji Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên ji 16-17’ê adara 2015’an ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Ocalan re tên ragirtin ji 25’ê adara 2021’an ve agahî nayên girtin. Girtî, bi sepanên ji girtîgehên lê hatin qat bi qat girantir û ji bo şexsê Ocalan hatine amadekirin ên ‘Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê’ re rû bi rû man.    TEHLIYEYA AKTAŞ BI KEYFÎ TÊ ASTENGKIRIN    Yek ji van girtiyan jî birêz Veysî Aktaş e. Ji adara 2015’an roja birin Girtîgeha Girava Îmraliyê heta niha mîna girtiyên din nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Aktaş, di 28’ê nîsana 2024’an de înfaza xwe ya 30 salan temam kir lê tehliyeya wî di çarçoveya pergala tecrîdê ya li Îmraliyê de bi awayekî keyfî salekê hate taloqkirin. Li Girtîgeha Girava Îmraliyê destûr nayê dayîn ku çavdêrên serbixwe, malbat û parêzer biçin serdanê û girêdayî vê xuya dike ku nahêlin girtî jî jê derkevin. Gelo ji çi tiştê li Îmraliyê diqewime ditirsin ku nahêlin girtiyekê înfaza xwe temam kirî were berdan?    TECRÎDA LI SER OCALAN VEGIHERÎ ŞÊWAZÊ RÊVEBIRINÊ    Ev pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ku weke polîtîkayekê dewletê tê birêvebirin û veguheriye binpêkirina mafên mirovan a navneteweyî, êdî tenê weke pirsgirêkeke hiqûqî nîne. Piştî qutkirina peywendiyên Ocalan ên bi derve re, pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn girantir bûn. Bi pergala tecrîdê ya li Ocalan tê ferzkirin re eşkere dibe ku di pirsgirêka kurd de polîtîkaya neçareseriyê, ya ewlehîperestiyê û li Rojhilata Navîn polîtîkaya şer hatiye tercîhkirin. Tecrîda li Îmraliyê veguheriye şêwazekî birêvebirinê û girêdayî tecrîda Îmraliyê pirsgirêkên aborî, darazî, hiqûqî û civakî girantir bûn. Bi avakirina rejîma tecrîdê re; azadî hatin bisînorkirin, di serî de li girtîgehan li tevahiya qadên jiyanê de binpêkirinên mafên mirovan zêde bûn, heke gotin di cih de be bi xwe re tecrîdkirina tevahiya civakê anî. Mînaka herî şênber a vê rewşê jî bêparhiştina Aktaş a ji azadiya xwe ye.    YEK JI GAVÊN HERÎ GIRÎNG TEHLIYEKIRINA ATEŞ E    Di serî de çareserkirina pirsgirêka kurd û mayîndekirina aştiyê, ji bo tevahiya pirsgirêkên din bên çareserkirin, pir girîng e ku sepana qedexeya hevdîtinê ya parêzeran a bi Ocalan, Yildirim, Konar û Aktaş re bê rakirin û rewşa agahînegirtina mutleq were bidawîkirin. Ji bo vê jî yek ji gavên herî girîng ên dikarin were avêtin ew e ku birêz Veysî Aktaş ku înfaza xwe ya 30 salan temam kiriye were tehliyekirin û tecrîda mutleq a li Îmraliyê were bidawîkirin.    PIR GIRÎNG E KU KOMÎSYONA LÊKOLÎNÊ WERE AVAKIRIN    Ji bo bandorên civakî, siyasî, aborî, hiqûqî û sosyal ên tecrîda mutleq a li ser birêz Abdullah Ocalan bên tespîtkirin û encamên wê ji her alî ve derxîne holê, ji bidawîkirina rewşa dîlgirtinê ya birêz Veysî Aktaş ku înfaza cezayê xwe yê 30 salan temam kiriye û di çarçoveya tecrîda li Îmraliyê li birêz Ocalan tê ferzkirin de teyliyeya wî salekê hatiye taloqkirin bi dawî bibe, ji bo aştiyeke mayînde û çareseriyên demokratîk pir girîng e ku komîsyona lêkolînê were avakirin.”