Li Cizîrê 3 kes hatin girtin 2024-05-04 14:41:12   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ji 5 welatiyên ku hatibûn binçavkirin 3 hatin girtin.    Li navçeya Cizîr a Şirnexê di 30’ê nîsanê de polîsan bi ser gelek malan de girtibû. Di serdegirtina malan de Mehmet Atabey, Metîn Mendez, Ahmet Kaygûsûz, Hamît Ayan û Yûsûf Tatîk hatibûn binçavkirin. Her 5 kesên ku hatine binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Pişti wergirtina îfadeyan a li dozgeriyê Hamît Ayan û Yûsûf Tatîk hatin berdan.    Ahmet Kaygûsûz, Mehmet Atabey û Metîn Mendez bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin girtin. Dadgehê jî bi hinceta “endamtiya rêxistinê” girtin.