Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin 2024-05-05 08:17:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin.    Di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de li Saraçhane ya Stenbolê 65 kes hatibûn binçavkirin û piştî kontrola tenduristiyê anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Ji binçavkiriyan 52 jê bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan”, “propagandaya rêxistinê” û “ji bo peywira cemaweriyê nede kirin li ber xwe da” û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 13 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Dadgehê ji bo 38 kesan biryara girtinê da û 14 kes jî bi şertê kontrola edlî berda.