Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e 2024-05-05 18:48:02   DÊRSIM - 7 sal û 6 meh cezayê hefsê yê li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Sînan Kirmiziçîçek hatibû birîn hate pejirandin. Rêxistinên elewiyan ên ev yek şermezar kirin, banga têkoşînê li partiyên siyasî û rêxistinên mafan kirin.    7 sal û 6 meh cezayê hefsê yê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Sînan Kirmiziçîçek hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pejirandin. Ev yek li Dêrsimê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin. Rêveberên cemxaneyê, parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordû, Hevberdevka Komîsyona Bawerî û Gelan a DEM Partiyê (Yuksel Mûtlû), Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan, Hevserokê Partiya Kedê (EMEP) yê Bajêr Ergîn Tekîn, Seroka Baroya Dêrsimê Fatma Kalsen, pîr û dayik û gelek welatî beşdar bûn.    Cîgirê Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Mûsa Demîrtaş destnîşan kir ku baweriya elewiyan ji aliyê desthilatan ve bi polîtîkayên zextê, cihekarî û bişaftinê re rû bi rû dimîne û wiha got: “Dewlet dixwaze ziyaretgeh û ocaxên me desteser bike. Li dijî vê an li rêveberên me ceza tê birîn an jî dikin ku bibin penaber.”   ‘ÇAVTIRSANDINA CIVAKA ELEWIYAN E’     Demîrtaş bi bîr xist ku Qeymeqamê Qisleyê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal wêneyê Kirmiziçîçek parve kiriye û bi gotina “Em ê hêza dewletê nîşanî te û hevalên te bidin” gef lê xwariye û wiha berdewam kir: “Ji bo ku desthilata siyasî baweriya elewiyan qir bike dikeve nava her cure hewldanê. Bi awayekî neheq û bêhiqûqî 7 sal û nîv ceza li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Sînan Kirmiziçîçek hatiye birîn û pejirandin. Em vî cezayî qebûl nakin. Bi cezayê hatiye dayîn dixwazin çavên civaka elewiyan bitirsînin.”   ‘EM Ê BI HEMÛ HÊZA XWE LI DIJÎ DERKEVIN’     Hevseroka Giştî ya Komeleya Elewiyan a Demokratîk Kadriye Dogan jî îşaret bi zextên li dijî elewiyan didomin kir û wiha got: “Her tim zilm lê hate kirin û rastî komkujiyê hatin. Her tim ji aliyê dewletan ve xerab hatin nîşandan û hincet hatin girtin. Hevalê me Sînan Kirmiziçîçek li vî cihî li vê dergahê xizmeta rêya heq dikir. Tê xwestin çavên kesên têkoşîna mafdar didin bitirsînin. Em ê bi hemû hêza xwe li dijî vê bin. Ez bang li hemû civaka elewî û rêxistinên wan dikim; em bibin yek.”   ‘ÇALAKÎ DERQANÛNÎ TÊN NÎŞANDAN’    Seroka Baroya Dêrsimê Fatma Kalsen a diyar kir ku dozê ji destpêkê ve dişopîne jî bi lêv kir ku çalakiyên ku di dozê de kirine mijara sûcdariyê di destûra bingehîn û peymanên navnetewî de mafên bingehîn ên hatine ewlekirinin û destnîşan kir ku çalakiyên hatine kirin teqez ne derqanûnî ne. Kalsen, destnîşan kir ku dê biryarê veguhêzin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û wiha got: “Bêparhiştina mafan heye ku bi salan e bi vê pêvajoya darizandinê re dest pê kiriye, pêvajoyeke darizandinê ya 8 salan heye. Em dixwazin ev bi dawî bibe. Em dixwazin ev mexduriyet demildest bi dawî bibe û hevalên wan demildest bên berdan.”   ‘TÊKOŞÎN DÊ WERE DOMANDIN’     Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû jî diyar kir ku pêjirandina cezayê Kirmiziçîçek nîşaneya nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî elewiyan e û got: “Em duh ji bo bîranîna komkujiyê hatibûn cemhev îro jî mixabin ji bo bûyereke wiha hatine cemhev. Em dizanin ku desthilata AKP’ê 22 sal in li dijî elewiyan polîtîkayên qirkirinê dimeşînin.” Mûtlû, da zanîn ku li dijî polîtîkayên AKP’ê dê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt gotin: “Em dibêjin em vê biryarê qebûl nakin û ne rast e, hikûmet bi van polîtîkayan nikare bi ser bikeve. Civaka Elewî ji dema Osmaniyan û vir ve li ber xwe dide û têdikoşe. Niha jî ev têkoşîn wê bidome.”