Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne 2024-05-05 21:45:06   STENBOL/ENQERE - Hêzên Ked û Demokrasiyê li Enqere û Stenbolê bertek nîşanî girtin û binçavkirinên 1’ê Gulanê dan û wiha gotin: “Taksîm em in, em li cem hevalên xwe ne.”   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê bertek nîşanî girtina 38 kesên ku dixwestin di 1’ê Gulanê de li Stenbolê ber bi Taksîmê ve bimeşin dan. Di daxuyaniya li ser Cadeya Sakaryayê hate dayîn de pankartên “Taksîmê azad bihêle, em ê hevalên xwe bi paş ve bigirin” û “Bila girtî bên berdan” hatin vekirin û dirûşmeyên “Ji kesên Taksîmê ketin û şer kirin re hezar silav” û “Serhildan, şoreş, azadî” hatin berzkirin.    Endama MYK’ya Halkevlerî Sevîl Ûlaş a daxuyanî xwend, diyar kir ku bi 42 hezar polîsan re hate xwestin ku 1’ê Gulanê were qedexekirin û wiha got: “Tevî hemû astengî, tundî û propagandaya reş jî vîna bi hezaran kesî ya meşa ber bi Qada Taksîmê ve nekarî bê şikandin.”   ‘XWESTIN HEVALÊN ME KRÎMÎNALÎZE BIKIN’    Waliyê Stenbolê Davût Gul bi gotina “Dewlet ji sibê re dihêle lê jê re nahêle” kesên di 1’ê Gulanê de ber bi Taksîmê ve meşiyan hedef nîşan dan û wiha berdewam kir: “Roja 1’ê Gulanê û pişt re zêdetirî 270 kesan hatin binçavkirin. Wezîrê Karê Hundir Alî Yerlîkaya bi derewa ‘ji cihên reviyan hatin girtin’ hewl da hevalên me yên ji malên xwe hatin binçavkirin krîmînalîze bikin û bi gotina ‘tişta pêwîst hate kirin’ îşkenceya polîsan veşartiye. Taksîm Qada 1’ê Gulanê ye. Maf e ku bimeşin Taksîmê. Pîrozkirina 1’ê Gulanê ya li Taksîmê rewa ye, yekane sûc qedexekirina Qada Taksîmê ya ku qada azadiyê ya bi milyonan e. Taksîm em in. Em li pişt hevalên xwe ne. Daxwazên hevalên me yên hatin girtin, daxwaza bi milyonan kesan e. Hûn nikarin bi milyonan darizînin. Bila hevalên me bên berdan. Heta ku hevalên me neyên berdan, heta ku em ji talankarên dest danîne ser ked û mafên gel xelas nebin dê têkoşîna me bidome.”   STENBOL   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Stenbolê ji bo girtina 38 kesên piştî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran hatin girtin û binçavkirina 12 kesên di saetên serê sibê de şermez bikin li avahiya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen)  ya Hejmara 2’yan a li Kadikoyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê ya gelek sazî û kes tev li bû de pankarta “1 Gulanê nikare were girtin. Meşa ber bi Taksîmê ve maf e, em ê hevalên xwe bigirin” hate vekirin.    ‘EM Ê DIJBERIYA BARÎKATAN BIDOMÎNIN’    Endama Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP) Demet Koca ya daxuyanî xwend, anî ziman ku barîkatên di 1’ê Gulanê de li dijî kesên daxwaza jiyaneke mirovî kirin hatine danîn. Koca, da zanîn ku dijberiya kesên alîgirên aştî, kedê, demokrasiyê dijberiya barîkatan bidomînin. Koca, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Duh bi şev 38 hevalên me ji ber 1’ê Gulanê li Taksîmê pîroz kirin hatin girtin. Di saetên serê sibê jî 12 hevalên me bi serdegirtina malan hatin binçavkirin. Serdegirtinên we yên malan, binçavkirin û girtinên we, nikarin vîna ku di 1’ê Gulanê de ber bi Taksîmê ve meşiya bisekinîne û têkoşîna li dijî vê pergalê asteng bike.”   ‘MEŞA BER BI TAKSÎMÊ VE MAF E’    Koca, destnîşan kir ku dê xwedî li vîna ku ber bi Taksîmê ve meşiya derkevin û anî ziman ku dê têkoşîna hevalên xwe yên hatine binçavkirin mezin bikin. Koca, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Çawa ku me di 1’ê Gulanê de mil bi mil li ber xwe dan, em ê vê têkoşînê bi hev re li kolan, kargeh, dibistan û meydanan mezin bikin. Em ê hemû barîkatên li pêşiya gel hatine danîn bi têkoşîna xwe derbas bikin. Meşa ber bi Taksîmê ve maf e. Sûcê esasî, girtina Taksîmê ya li karker, kedkar, jin û xwendekaran e. Qada Taksîmê qada 1’ê Gulanê ye. Tevlibûna berxwedana 1’ê Gulanê rûmet e, em ê hevalên xwe paş ve bigirin. Bi tena serê xwe xelasî nîne, an em hemû an jî ne yek ji me.”   Civîna çapemeniyê bi çepikan bi dawî bû.