Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin 2024-05-06 09:04:14 AMED - Li ser îdiayên îtîrafkar Umît Akbiyik derbarê parêzer Necat Çîçek de bi sûcdariya “Ji bo kesên ku bi sûcên rêxistinê hatine darizandin re xizmetên hiqûqî kirine” doz hate vekirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, li ser îdiayên îtîrafkar Umît Akbiyik derbarê parêzerekê de îdianame amade kir. Derbarê parêzer Necat Çîçek ê di nav kesên 25’ê nîsana 2023’yan de hatin binçavkirin de bû bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza cezayê hefsê yê heta 15 salan îdianame hate amadekirin. 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdianame qebûl kir. Danişîna ewil dê di 21’ê gulanê de bê lidarxistin.    ‘DI ŞEMAYA AKBIYIK DA HER TIŞT HEYE!’   Beşeke mezin a îdianameyê ji îdiayên îtîrafkar Umît Akbiyik ê beriya niha derbarê bi sedan kesan de îfadeyên derew dabûn pêk tê. Akbiyik, îdia kir ku TMMOB, KESK, DÎSK û sendîkayên girêdayî wan, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), saziyên çapemeniyê, saziyên perwerdeya kurdî didin, saziyên çand û hunerê û temamiya kooperatîfan “saziyên bi fermana rêxistinê hatine avakirin û pê re tevdigerinin”. Di îdîanameyê de şemayeke têkildarî îdîayan jî cih girt.   Akbiyik, diyar kir ku kampanyaya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a bi daxwaza berdana girtiyên nexweşên giran û dermankirina wan dimeşand “bi fermana rêxistinê” hatiye kirin. Akbiyik, her wiha îdia kir ku ÎHD, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Med’ê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) “di nav kordînasyona derve ya girtîgehê de” cih digirin.   Akbiyik, îdia kir ku gelek parêzer “di kordînasyona derve ya rêxistinê de” cih digirin û Necat Çîçek ê OHD’î jî di nav van parêzeran de ye.    SÛCDARIYA DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ    Beşdariya daxuyaniya derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê ya di operasyonên leşkerî de û beşdarbûna daxuyaniya derbarê kuştina rojnamevan Nagîhan Akarsel ku li Herêma Kurdistana Federe hatibû qetilkirin de weke “çalakiya rêxistinî” hat bi nav kirin.   Di îdianameyê de hate îdiakirin ku Çîçek “yek ji parêzerên ku di kordînasyona girtîgehê ya derve de cih digire” ye. Her wiha hate îdiakirin ku Çîçek “Ji bo kesên ku bi sûcên rêxistinê hatine darizandin re xizmetên hiqûqî kirine”