Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin 2024-05-14 16:35:18   AMED - Di panela ji bo jinên di Doza Kobanê de tên darizandin, hatiye lidarxistin de wiha hat gotin: “Yên didarizînin, tên darizandin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) û saziyên jinan têkildarî Doza Kobanê bi dirûşma "Têkoşîna jinan nikare bê darizandin" li Eywana Konferansa Tahîr Elçi panelek li dar xistin. Aktivîstên TJA'yê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên jinan, saziyên civaka sîvîl tev li gotubêjê bûn. Li eywana panelê pankarên bi kurdî û tirkî "Têkoşîna jinan nikare bê darizandin" hatin vekirin. Hevseroka OHD'ê Ekin Yeter moderatortiya panelê kir. Li ser doza Kobanê agahî jî hatin dayin.    ‘PARASTIN MANÎFESTO NE’   Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya da zanîn Doza Kobanê darizandina hebûna gelekî ye û got jinên hatin darizandin mafên gelan parastin. Adaletê got parastina wan mîna manîfestoyekê bû.    Ji parêzerên Doza Kobanê Cemile Turhalli di destpêkê de yek bi yek navên jinên tên darizandin anî ziman û got: “Li eywanên dadgehê jin tên darizandin. Ya tê darizandin 'jin jiyan azadî ye'. Helwesta jinan ji bo hevalên li wir jî dibe moral. Atolyeyek ji parastina jinan dikare bê avakirin. Ji ber jin dîroka tê berovajîkirin ji nû de dinivîsin. Têkoşîneke tê meşandin heye û li eywana dadgehê ev têkoşîn dewam dike.”   Ji Komeleya Jinan a Rosayê Suzan Îşbilen wiha got: “Berê di bin navê KCK'ê de darizandinên kompasê dihatin kirin. Em Doza Kobanê jî wekî doza kompasê dinirxînin. Têkoşîna jinê nikare bê darizandin.”    Ji KASED’ê Zeycan Ateş wiha got: “Dema şer çêdibe êrişa ewil li dijî jinan tê kirin. Me ev yek di êrişên DAÎŞ'ê de dît. Ne tenê di şer de di her qadên jiyanê de berê jin dibin hedef. Tevî her tiştî jî jin berteka xwe nîşan didin û pêşengiyê dikin.”   ‘KOBANÊ TÊKOŞÎNA RÛMETÊ YE’   Bi ser navê TJA'yê Bedia Akkaya wiha got: “Doza kompasê ya Kobanê dikeve sala xwe ya 8'an. Lê Kobanê têkoşîna rûmetê ye. Edaleta mêr parastineke ku didarizîne dike.”    Hevseroka TUHAD-FED'ê Eylem Birtane: “Em welatekî ku edalet lê tune ye dijîn. Em li saziya ku lê dimînin her roj mînakên vê yekê dibînin. Biryara vê dozê wê pêvajoya li pêşiya me diyar bike. Em hêvî dikin ev biryar bibe gaveke aştiyê.”    XWEDÎDERKETINA DOZÊ   Hevseroka Şaxa Hejmara Yekem a Egitim-Sen'ê Saliha Zorlu jî ev tişt gotin: “Em hêvî dikin ku em ê hemû hevalên xwe ji vê dozê bigirin. Ji ber hevalên me têkoşîna azadiya jinan, ekolojîk û demokratîk diparêzin, tên darizandin. Lê belê em ê xwedî li vê dozê derkevin.    Gotubêj piştî axaftinan bi dawî bû.