Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî 2024-05-14 16:41:03   STENBOL - Di doza Geziyê de şandeya 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ku dê biryara jinûvedarizandinê binirxanda hate guherandin.    Parêzera karsaz Osman Kavala ku di Doza Geziyê de tê darizandin û cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn, ji bo jinûvedarizandinê cara sêyemîn serlêdan kiribû. Piştî serlêdanê, şandeya dadgehê hate guherandin. Li gorî agahiyên rojnameer Îsmaîl Saymaz parve kiriye; şandeya 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ku dê serlêdana daxwaza jinûvedarizandinê binirxanda, hate guherandin. Serok û endamê ku dê di Doza Parka Geziyê de biryar bidana xwe paşve kişandin û şandeyeke nû hate avakirin.