Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e 2024-05-15 09:05:58   AMED - Hevserokên Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2'yan a Amedê Dûygû Ozbay û Serhat Kiliç, diyar kirin ku çavkaniya tundiya di perwerdehiyê de polîtîkayên desthilatê ne û gotin ku çareserî bi guherandina pergalê pêkan e.    Li Stenbolê Îbrahîm Oktûganê li dibistaneke taybet dixebitî û ji aliyê xwendekarekî ji dibistanê hat dûrxistin hat kuştin, bû sedem ku careke din bal biçe ser tundiya li qada perwerdehiyê. Hevserokên Egîtîm Sen a Şaxa 2'yan a Amedê Dûygû Ozbay û Serhat Kiliç, têkildarî tundiya di qada perwerdehiyê de axivîn.    Dûygû Ozbayê destnîşan kir ku tundî amûreke xwebihêzkirinê ya desthilatê ye û got ku ji ber polîtîkayên desthilatê tundî li nava hemû dînamîkên civakê belav bûye. Ozbayê bilêv kir ku sedemeke zêdebûna tundiyê jî zimanê vederkirinê yê desthilatê ye û got ku ji ber nepêşxistina polîtîkayên ji bo bawerî û çandên cuda hêrsa di civakê de zêde bûye. Ozbayê got: "Li vî welatî 20 sal in heman kes diaxive. Ev jî zimanekî ciêkar û vederkeirî ye. Yanî kesên daxilî nava modela yek tîp, yek netewe, yek baweriyê nabin mixabin wekî dezavantaj tên xuyakirin. Belê, pirsgirêkek heye. LÊ ev pirsgirêk, pirsgirêkeke pergalê ye. Em vê tundiyê jî wekî pirsgirêkeke pergalî dinirxînin."    PERGALEKE PERWERDEHIYÊ YA ÇAWA?   Ozbayê bilêv kir ku tundiya heyî tenê bi guherandina pergalê dikare ji holê bê rakirin û got: "Di vê pergala perwerdehiyê de zarokên vederkirî û cudatiyê tehemul nakin tên mezinkirin. Rêyeke çareserkirina vê jî demokratîkkirina pergalê ye."    Hevserokê din Serhat Kiliç jî anî ziman ku tundî li her derê civakê belav bûye û ev yek veguheriye tiştekî asayî. Kiliç bilêv kir ku asayîbûna tundiyê ne li derî polîtîkayên desthilatê ye û got ku divê civak ji vê tundiyê bê dûrxistin û civakeke ji tundiyê xalî bê avakirin.