Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin 2024-05-15 10:14:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Îro serê sibehê di serdagirtinên malan ên li gelek bajaran de gelek kes hatin binçavkirin.  Di serdagirtinên malan ên li Stenbol, Îzmîr û Antalyayê de tevî rêveberên DEM Partiyê hêrî kêm 40 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ji bo serdagirtinan hinceta protestoyên li dijî xespkirina îradeya Wanê, hatin nîşandan.    STENBOL     Di serdagirtinên malan ên li Stenbolê de tevî endamê Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Unal Yûsûfoglû, rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) û gelek partiyî, herî kêm 21 kes hatin binçavkirin. Polîsan kesên binçav kirine, birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Fatîhê û derbarê dosyeyê de 24 saet biryara veşariyê hatiye dayîn.    Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Adîl Gumuş, Fîkrî Baş, Zubeyîr Taş, Vîldan Dogan, Unal Yûsûfoglû, Alamettîn Demîr, Necla Aktay, Sûat Yildiz, Ertan Hamîtoglû, Zubeyde Gulsul, Sûzan Gezicî, Ahmet Altinişik, Bînguzel Ûlû, Fîlîz Aydin, Yaşar Gokdemîr.   ÎZMÎR    Li Îzmîrê jî bi heman hincetê, derbarê 19 kesan de biryara girtinê hate dayîn. Îro serê sibehê polîsan bi ser malên 19 kesên de girtin. Di serdagirtinan de 16 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku di nav kesên hatine binçavkirin de endamên Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Înîsiyatifa Têkoşîna Sosyalîst, Ciwantiya Demokrat a Nû û Halkevleriyan hene.     Navên kesên li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê tên ragirtin wiha ne: “Erkan Gokber, Tûgçe Kizildemîr, Mehmet Kasar, Emîne Akbaba, Berfîn Buyukertaş, Arda Dûvarci, Azat Kûnûr, Elîf Yerlîkaya, Mûhammet Arda Bûlgan, Nîlufer Yidiz, Samet Sagniç, Serdar Akturk, Sezgîn Zevkîbol, Sûde Tîmagûr.    ANTALYA   Di serdagirtinên malan ên serê sibê yên li Antalyayê de Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Doşemealtiyê Fehmî Karakûş, Ahmet Refîk Akarca, Derya Polat hatin binçavkirin. Polîsan kesên binçav kirine, birin Midûriyeta Polîsan a Antalyayê.    WAN    Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê daye destpêkirin de li Wanê di serdagirtina malê de Şerenaz Gezîcî hate binçavkirin.    BEDLÎS   Li navçeya Tetwana Bedlîsê îro serê sibê bi ser gelek malan de hate girtin û 12 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin, birine Midûriyeta Polîsan a Tetwanê. Derbarê hinceta binçavkirinê de tu agahî nehatin bidestxistin. Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Sabrî Yalçinkaya, Çîgdem Denîz, Cesîm Başboga, Çetîn Gîrgîn, Nazli Tabak, Saît Taşdemîr, Mûrat Bakir, Taner Tarhan, Kader Erdemîr, Racî Karahan, Gulşen Alîcan û Mehmet Aksû. Tê payîn ku dê hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.